• Saturday, 30 November 2024
logo

Leşkerê Lubnanê kete navbera Sune û Elewiyên Bajarê Terablusê

Leşkerê Lubnanê kete navbera Sune û Elewiyên Bajarê Terablusê
Piştî derketina şerekî di navber Sune û Elewiyên Bajarê Terablusê ya bakûrê Lubnanê ku bû egerê kuştina 8 kesan, Leşkerê wî welatî bo kuntrol kirina wî şerî di kolanên navbera herdu taxa de belav bû.

Ev şere piştê wê yekê derket dema ku duhî roja eyniyê Elewiyên wî bajarî ku hevmezhebên serokê Sûriyê Beşar Elesed in, bi gule û bombeyan hêrişî xwepêşandanekê bo piştevanîkirina şoreşa gelê Sûriyayê kirîn di encam de şerekê dijwar di navbera Sune û Şîeyên wî bajarî de derket.

Li gor çavkaniyênnûçeyan zerer û ziyanek mezin bi taxên Babultebane ku piraniya rûniştvanên wê Sune mezhebin û Cebel Muhsên ku piraniya rûniştvanên wê Elewî mezhebin ketiy.
Top