Hevpeyvîna Nêçîrvan Barzanî ligel rojnameya Al Şerq Alawsat
Di bersiva pirsekê de ka çewa paswevanên kavn yên nav Partiyê serokatiya gênzekê weke Nêçîrvan Barzanî qebûl kir? dibêje:
- Yên ku tu ji wan re dibêjî pasevanên kevin yên nav Partiyê, dema ew jî hatîne nav rêzên Partiyê ew jî weke me gênc û xuert bûn û ji wir di qonaxên dijwarên dêroka şoreşên kurdî de dest bi xebata xwe kir. Wan gelek qurbanî dan e û gelek westiyan e, nava çiyan de xebat dikir. Em weke nifşê nû û nifşê paşerojê jî dê wan weke mamosteyên xwe qebûl bikin û dikarên xwe yên siyasî de fêdey ji tecrûbe û şarezayîya wan werbigirin.
Gerlo derfeta guhertinan di nav rêzên PDK de heye? Barzanî di bersivê de got:
- Behiskirina gurankariyan di nav PDKê de ne ramana kodetayê ye li ser rêbaza Partiyê. Lê pêwîste em, nifşê kevin, nifşê nû û yên nûh dihêne nav Partiyê bi hev re kar bikin û xwe digel guhertinên tên kirin, ne bi tenî li ser astê hizbî û Îraqê, li ser astê cîhanê jî xwe rêkbixîn. Endamên Partiya me, çi nifşê nû yan jî yê kevin li dor van guhertinên li cîhanê diqewimin, qebûlkirin û têgihştineke baş heye.
Destêwerdanên PDK û YNKê di karûberên hikûmetê de?
- Li gor tecrûbeya xwe, wê dema serokwezîrê hikûmetê bûm, ev pirs bi berdewamî dihate azirandin û dihat gotin ku hikûmet nikare çi bike û hizib tedexula karê hikûmetê dike. Bi dîtina min partiyan di qonaxên dijwarê dîrok xwe de ji bo gelê kurd gelek xebat kiriye. Gelek endam û kadiroyên partiyan, PDK û YNK, di hikûmetê de cih girtine. Lê ez ne bi wê dîtinê re me ku dibêjin hizib, her hizbeke be, astengiyan ji pêşkeftina karê hikûmetê re dirust dike û rê li edayê hikûmetê digire, dibe ku tesîrê li islubê karê hikûmetê bike. Ez ku, min weke serokwezîr kar kiriye û nuha jî endamê serokatiya PDKê me, dikaein ji endam û kadiroyên Partiyê re behsa rola partiyê di pirosesa siyasî de û mahiyeta hikûmetê û hizib çewa dikare alîkarî û hevkariya hikûmetê bike, zelal bikim.
Ji Nêçîrvan Barzanî tê pirs kirin ka gelo ew dikarê xwe de serkeftî bû?
- Belê, tekîd, di vî warî de lihefkirinek mezin heye û hemû dixazin hikûmet di karên xwe de serkeftî be û etmosferekî baş jî di vî warî de heye.
Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê de behsa rola Berhem Salih weke serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dike û dibêje ku beriya Salih bibe serokê hikûmeta Kurdistanê wî çend posteyên hikûmî di kabînye Elawî, Caferî û Malikî de hebûn û di hemû postên xwe de yê serkeftî bû. Dema bû serokê hikûmetî jî, ew kar û pirojeyên kabînerya pêncê dest pê kir bûn, wî karî timam bike û Salih gelek piştevaniya wê siyaseta kabîneya pêncê li ser diçû, kike.
Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirseke din de behsa serdema serokwezîrtiya xwe dike û dibêje:
- Ew qonaxa ez têde bûm serokwezîr, qonaxeke gelek dijwar bû. Bêbaweriyeke mezin di navbera PDK û YNKê de hebû. Ji bo min şerefeke mezin e ku min ew bêbawerî nehêla û bawerî vegerand navbera her du partiyan. Ez li vir bi eşkereyî dibêjim ku eger ne piştgirya YNK ba, min nedikarî di karê xwe der serbikevim, wê rêla mezin bibînim û wê kabîneyê yekbixim. Piştevaniya mam Celal tu carî nayê jibîr kirin. Wezîrên YNK ji bo nehêlana şûnwarên duîdareyîyê gelek bi cidî kar dikir. Me weke yek tîm kar dikir. Rola Omer Fetah û paşî ya Îmad Ehmed her du cîgirên serokê hikûmetê ku, her du jî ser bi YNKê ve ne, ji bona serxistin karên hikûmetê, nikarim jibîr bikim. Min jî bi yek çav li hemû wezîran temaşe dikir. Min nedizanî kîjan wezîrê ser bi YNK, PDK. Yekgirtû yan Komela Îslamî ve ye. Lê min hest dikir ku em hemû weke yek tîm, ji bona berjewendiyên herêma Kurdistanêm û gelê wê kar dikin.
Rewşa Silêmaniyê di dema xwepêşandnaan de hûn dilgiran kirin?
- Em nikarin bêjin ya ku li Silêmaniyê qewimî tesîra wê li ser rewşa herêma Kurdistanê nebû, her wesa em nikarin ya ku li Silêmaniyê qewimî weke nerazîbûna xelkê aciz ji desthilatê wesif bikin. Eger çend hezar kes hatine ser cadan divê weke xwepêşandan guh bidîn daxazên wan, lê li wir hindek aliyên siyasî daxaz ji xelkê kir ku dakevin ser cadeyan, ew ne cemawerê neraziyê giştiyê Silêmaniyê yan yê Kurdistanê bû. Bi dîtina min hindek aliyên siyasî li Kurdistanê dixwastin ya ku li hindek welatên erebî diqewime li Kurdistanê kopî bikin û derfetê îstîxlal bikin ku xelkê herêma Kurdistanê neraziyê ji desthilatê û alîkariya navdewletî jî bidestve bînin, lê nekarî wê yekê bikin. Heqê hevwelatiyan heye xwepêşandan bikin û hikûmet jî daxazên wan cîbicî bike. Em jî bi rêya hilbijatinên piroseseke demokratîk hatîne ser hukimî, ne bi rêya kodetayê. Her ew cemawer dikare me ji ser wê desthilatê nehêle. Heqê opozisyonê jî ye ji bo wergirtina desthilatê bixebite. Lê divê xwe ji şidetê dûr bike û bi awayên demokratîk û bi rêya sindoqên dengdanê desthilatê werbigire. Ji ber vê yekê, bi a min hindek hisbatên şaş li ba oposiayonê hebûn. Wan hizir di nerazîbûna xelkê de kir û dê piştevaniya navdewletî bidest ve bînin, lê ew yek bi cih nehat.
Di bersiva pirsekê de ka Nêçîrvan Barzanî nuha meşxultir e yan dema serokwezîr bû?
- Nexê, nuha zixt li ser min kêm bûye û di hikûmetê de berprisiyariya min zêdetir bû. Bi taybetî di warê pêkanîna kabîneya hikûmetê, yekxistina îdareyan, danana wezîran û danan qanûnan. Di sala 2004ê de tu kesî behsa çaksazî û gendeliyê nedikir, lê wê demê arîşeya sereke av, kareba û xizmetgozarî bû. Îro jî xelik daxaza çalsaziyê dike, ev jî nîşana pêşkeftina gelê me ye.
Hemû hevpeyvîna Nêçîrvan Barzanî bi erebî:
http://aawsat.com/details.asp?section=4&issueno=11884&article=626110&feature
Bi soranî:
http://www.xebat.net/detail_articals.php?id=9160&z=5&l=1
Wergerandin ji erebî: Nasrat Hacî / Rojevakurd