• Saturday, 30 November 2024
logo

Li Sûriyê nêzî 20 kes di xwepêşandanên Eyniya Salih Elelî de canê xwe ji dest dan

Li Sûriyê nêzî 20 kes di xwepêşandanên Eyniya Salih Elelî de canê xwe ji dest dan
3 meh bi ser destpêkirina xwepêşandanên li dijî rejêma Esed re derbaz dibin û kuştin û birîndar kirin bi destên hêzên rejêmê berdewame, li gor Komîtên Hemahengiya Şoreşa Sûriyê di xwepêşandanên îro de ku bi Eyniya Salih Elî hatibû bi navkirin, nêzî 20 xwepêşander di xwepêşandanan de hatin kuştin.

Li gor ajansên nûçeyan li Humsê û Dêrazorê û heresta ya li derdora Şamê û Helebê hêzên ewlehiyê gule berdane xwepêşanderan û di encam de nêzî 20 xwepêşanderan hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Cihê amajekirinê ku herçende berê li nav zanîngehê gelek caran xwepêşandan hatine sazkirin lê hev cara yekêye xwepêşandan li navenda bajarê Helebê tên sazkirin û bi vê yekê bajarê Helebê yekem qurbanî di roja Eyniya Salih Elelî de dide.

Li Qamişlo, Amûde, Serêkaniyê û Kobanê û bajarên din yên kurdan jî xwepêşandn bi rengekî fereh tên sazkirin lê ji ber peywendiya Kurdan ya herêmî û navdewletî rejêma Sûriyê bi rengekê cuda serederiyê tev xwepêşandanê kurdan dike û ta niha tu kurd di van xwepêşandanan de canê xwe ji dest nedane.
Top