C.Yawer: me peşinyar kir ku hêzên NY li navçeyên hevrikî li ser belavbibin
Yawir ji rojnama Şerqil Ewset re xuyakir ku wan ji şanda NY pêşinyar kiriye ku hêzek navdewletî wek ya li Lubnan û Kosovo bê çêkirin ku ji pêkhatên Îraqê bê pêkanîn û bi taybet li navçeyên hevrikî li ser, lê belê şanda navbirî gotiye pêwîste hikûmeta navendî û ya herêmî daxwazek fermî pêşkêşkin têdê tekezê li ser pêwîstiya pêkanîna vê hêzê bikin.
Nicmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê berî niha paş hevdîtina bi şandekê taybetê emîndarê giştî yê NY reamaje kiribû ku NY li bere rolê xwe li parêzgeha Kerkûkê aktîv bike û bi niyete hêzên taybet bişîne Kerkûkê.