• Saturday, 30 November 2024
logo

Rayedarên dewleta Turkiyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn

Rayedarên dewleta Turkiyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn
Dogan Erbaş Parêzerê Abdullah Ocalan, diyar kir ku hevdîtina rayedarên dewletê ya bi Ocalan re ku her kes li bendê bû duh pêk hatiye. Parêzeran diyar kir ku, ger pêdivî hebe wê sibê bi berfirehî daxuyaniyê bidin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Fuat Coşacak, Îbrahîm Bîlmez, Dogan Erbaş û Hakzan Sadak, bi boneya ku bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin hatin navçeya Gemlîkê ya Bursayê.

Parêzer piştî di kontrola Fermandariya Cendermeyan ya Gemlîkê re derbas bûn, çûn Girava Îmraliyê. Parêzeran piştî bi muwekîlê Ocalan re hevdîtin pêk anîn ji Îmraliyê vegeriyan. Di vegerê de parêzeran daxuyanî nedan çapemeniyê. Parêzerê Ocalan Dogan Erbaş, pirsa rojnamegeran ya "Ocalan bi rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîye ya na?" bersivand û diyar kir ku, duh êvarî heyetek dewletê çû Îmrahî û bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Erbaş, anî ziman ku ger pêdivî dîtin wê sibê karibin daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

ANF
Top