Qonaxa duyê ya reformê li herêma Kurdistanê dest pê kir
Fuad Hisên di heqê qonaxa duyê ya projeya reformê ya serok Barzanî de got, “Qonaxa yekê ya karên pêkanîna reformê li Herêma Kurdistanê dê di dahatiyê de jî dom bike. Niha dest bi pêkanîna qonaxa duyê hatiye kirin ku temamkerê qonaxa yekê ye. “
Hisên da xuyakirin ku di qonaxa duyê ya pêkanîna reformê de, dê plana stratejiya reformê bo xelkê Kurdistanê bê ragihandin ku niha karên wê qonaxê dest pê kiriye û çend komîsyon jî hatine pêkanîn.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Piştî lêkolîn û gotûbêjkirinê dê guherîn di karê qonaxa yekê de bê kirin û ev guherîn dê bibin bingeha sereke ya reformên li Kurdistanê yên di warên îdarî, guherîna berpirsên hukmî, bazirganî, perwerde, veberhênan, tenduristî, derman, aborî û yasayî de.
Hisên diyar kir ku niha karê qonaxa duyê dest pêkiriye û di maweya 3 mehên dahatî de plana stratejîk dê bê amadekirin û bo xelkê Kurdistanê bê ragihandin.
Şemiya borî serokê Herêma Kurdistanê di beyanameyekê de encama yekê ya projeya xwe ya reformê ya li Herêma Kurdistanê aşkere kir ku Newroza 2011’an ragihandibû.
AKnews