Serokê Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina wan di hilbijartinên Tirkiyê de peyamek pîrozbahiyê pêşkêşî Ehmed Turk kir
Birayê hêja Ehmed Turk
Silav û rêz
Serketina hilbijartinên Tirkiyê û serketina we ji dil û can pîroz dikim. Hêvîdarim encamên hilbijartinê bibin destpêka qonaxek nû ku tê de biratî, wekhevî û bihevre jiyana aştiyane têkeve şûna tundutîjî û şîdet aloziyan.
Çûyîna we ya Parlementoyê derfetek mezin li ber siyasî û sîvîl vedike û em hêvîdarin bi vê derfetê, xebata siyasî û sîvîl, aştî, aramî û biratiyê bi xwe re bîne. Ji bo vê jî çi ji destê me bê, em ji her alîkariyekê re amadene.
Silav, pîrozbahî û hêviyên serketinê ji bo xuşk û birayên me yên din jî ku tevî we dengê gel bi dest xistin.
Careke din we pîroz dikim û her serkeftî bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.06.2011