Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Wezîrê Tirkiye kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Receb Teyîb Erdogan
Serok Wezîrê Komara Tirkiye
Silav û rêz...
Ji bo serkeftina we ya li hilbijartina giştiyê Tirkiye, ji dilve pîrozbahiyê li we dikim û hêvîdarim ev serkeftina we bibê sedema pêşketina welat û zêdetir xweşguzeraniya hemwelatiyên Tirkiye.
Ji bo cara sêyem hatina ser karê partiya we û bi dest ve anîna baweriya gelên Tirkiye, nîşaneya lêhatî û hekîmiya serkirdayetiya weye, ku li sayeya hukimraniya we ya Tirkiye li hemû ruyek ve guhertin û pêşketineke berbiçav bi xwe ve dîtiye û li navçeyê û cîhanê jî da dibê xwediyê rolekî mezin.
Hêviya serkeftin û pêşketina berdewamî ji bo we yên rêzdar û welat û gelê we dixwazim û her şad bin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15/06/2011