• Saturday, 30 November 2024
logo

Osman: Di çendrojên bê de Barzanî û Talebanî û Sedir di civin

Osman: Di çendrojên bê de Barzanî û Talebanî û Sedir di civin
Kurd di nava îraqê de rûla navbijîkar dilîzin û bizava dikin ku serkirdên siyasî yên Iraqê li hev kombikin û lêhevbînin, berdewam jî aliyên siyasî yên iraqê seredana herêmê dikin daku pirsgirêkên wan bên çareserkirin.

Mehmud Osman perlemantarê hevpeymana kurdistanî ji bo rojnama Sebah got: Muqteda Sedir bi niyaze seredana kurdistanê bike û tevî Barzanî û Talebanî bi cive.

Osman got: paş derxistina destpêşxeriyekê ji aliyê Talebanî ve ji bo li hevkirina aliyên siyasî yên Iraqê û nehêlana aloziyan, peywendiyên wî tevî Sedir bi hêzketin.
Top