• Saturday, 30 November 2024
logo

Konsolxaneya Kuwêtê dê di çend rojên pêşde li Hewlêrê vebe

Konsolxaneya Kuwêtê dê di çend rojên pêşde li Hewlêrê vebe
Kuwêt dê di heyama çend rojên pêş de, konsolxaneya xwe li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û li bajarê Besrayê veke, ji bo ku peywendiyên diplomasî tevî herêmê dirust bike.

Balyozê Kuwêtê Li Iraqê Alî Mûamin, îro, daxuyand ku Wezareta Derve ya Kuwêtê rijde li ser vekirina konsolxaneyeke giştî li Hewlêrê.

Mûamin amaje kir ku armanca wan ji wê gavê, berfirehkirina projeyên veberhênan û aborî li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî û Duhokê) ye.

AKnews
Top