• Saturday, 30 November 2024
logo

Helbijartinên civata parêzgeha li herêma kurdistanê pêwistî bi paşxistinê heye

Helbijartinên civata parêzgeha li herêma kurdistanê pêwistî bi paşxistinê heye
Ferec Heyderî Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê li İraqê ragehand ku ew nikarin di dema ji bo hilbijartinên civata parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin de hilbijartinê bikin, ji ber ku wê jî bo “Çi gotinên li ser hilbijartinê hatine kirin, di pratîkê de nehatine bi cih kirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 28.03.2011 ê biryar da ku meha îlona bê, hilbijartina civata parêzgehan bê kirin. Parlementoya Kurdistanê jî di dema pejirandina budçeya giştî de 30 milyar dînar ji rêvebirina wê hilbijartinê re terxankirin.

Heyderî encamdana hilbijartinan di wê demê de dûr dibîne û dibêje: “Ger niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê qerzekê bide me û ji bo em karên xwe pê bikin, wê demê tenê hilbijartin bo meha kanûnê tê paş xistin.”

navhatî diyar ku sedema gîrobûna helbijartinan ewe ku hikûmeta herêmê di xwaze yasaya helbijartinan rastveke û hemwarbike, û di bara diravî jî de got me ji hikûmeta herê mê xwast qerzekê bide me daku em bikarin pirosêsa tumara dengderan bikin taku yasa bê hemwarkirin lê ta niha çi bersiv jî nedane me.

Heyderî got: “Em nikarin dema ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hilbijartinê re diyar kirî, hilbijartinê bikin. Lê ger mehek din li wê demê zêde bikin û bikin 20’ê kanûnê, dibe ku em bikarin hilbijartinê bikin. Ew jî eger niha pere ji bo hilbijartinê bê dan.”

Heyderî derbarê guhertinên di wê yasayê de bê kirin, got: “Di yasaya kevin de hilbijartin bi lîsteya girtî bû, lê em dixwazin vê yekê bi guherînin û bikin lîsteya nîv vekirî.”

Rudaw
Top