• Saturday, 30 November 2024
logo

Amedê serkeftina Kurdan pirozkir û xweseriya demokratîk erê kir

Amedê serkeftina Kurdan pirozkir û xweseriya demokratîk erê kir
hezaran kesên li qada Batikentê ya Amedê beşdarî pîrozbahiya serkeftina 6 parlementerên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Amedê bûn, xweseriya demokratîk silav kirin û gotin "ji xweseriya demokratîk re erê." Hevserokê Giştî yê BDP'ê Hamît Geylanî diyar kir ku ji bo xweseriya demokratîk rê vebû.

Bi 10 hezaran kes, bi boneya serkeftina 6 parlementerên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yên Amedê pîroz bikin li qada Batikenta Amedê pîrozbahiyek pêk anîn.

Di pîrozbahiyê ku zarok, jin, ciwan kal û pîr jî beşdar bûn, hem serkeftina eniyê û hem jî xweseriya demokratîk pîroz kir.

Li qada pîrozbahiyê dikek mezin hate avakirin û dika şahiyê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin.



Dema Hevserokên BDP'ê Hamît Geylanî û Fîlîz Koçalî parlemenerên Amedê Şerafettîn Elçî Altan Tan Leyla Zana, Emîne Ayna, Nursel Aydogan û wekîlê Hatîp Dîcle M. Alî Aydin derketin ser dikê girse coşiya gel derket û pîrozbahî lê kirin.

ANF
Top