• Saturday, 30 November 2024
logo

Rewşa Sûrî aloztir dibe û reva welatiyan berdewame

Rewşa Sûrî aloztir dibe û reva welatiyan berdewame
Li gorî nûçeyan , doh yekşemê yekîneyên ewlehiya dewletê êrîş birine ser bajarokê Cisir sixur û îro Dûşemê jî hukûmeta Sûriye ragihandiye ku ew hewldidin bajêr ji ``girûpên çekdaran pakbikin`` (li gorî Sînariwa dewletê).

Heftiya bûrî ragihandina dewletê gotibûn ku 100 serbazên sûpayê Sûriye li bajarê Cisir Şixur de hatine kujtin û yên ku ew kar encam dane `` Girûpên Çekdarane``.

Her di vê derbarê de, li ser zarê kesên xwepêşander û dîdevanên bûyerê, ew kesên ku ji artêşê hatîn kujtin, sedema wê ewe ku, wan ne xwestiye fermana kujtina xwepêşanderan pêkbînin, bo vê yekê li ser destên rayedarên wan hatine gulebaran kirin.

Berpirsên NY ragihandine ku, bi hezaran kes û malbat ji Cisir Şixur û navçeyên dewrûberê wê berên xwe dana Tûrkiye û koçeberî Tûrkiye bûne.

Jêder û ajansên nûçeyan basa wê yekê dikin ku hijmara koçberan gihiştiye 5 hezar kesî.

Peyamnêr
Top