• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê hikûmetê serdana şaredariya Silêmaniyê kir

Serokê hikûmetê serdana şaredariya Silêmaniyê kir
Di serdana xwe ji bo saziyên hikûmtê, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Berhem Salih serdana avahiya serokatiya şaredariya Silêmaniyê kir.

Her wiha ji aliyê serokê şarederê Silêmaniyê, endamên civata şaredariyê, berpirsên beş û fermanberên şaredariya Silêmaniyê ve hat pêşwazîkirin.

Di wê serdanê de, her yek ji wezîrê şaredariyan Semîr Ebdula û parêzgarê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salh jî amadebûn û serokê hikûmetê hemû alî û cihên kar di nava avahiya serokatiya şarevaniya Silêmaniyê de kontrolkir da ku şêwaza kar û xebata şarevaniyê li gorî sîstemeke nûjen bête birêvebirin.

Avahiya nû ya şaredariya Silêmaniyê bi awayekî modern li ser rûberê 19 hezar metr çargoşe bi buhayê 19milyar û 400milyon dînaran li ser bidceya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye avakirin.
Top