Serokê hikûmetê serdana şaredariya Silêmaniyê kir
Her wiha ji aliyê serokê şarederê Silêmaniyê, endamên civata şaredariyê, berpirsên beş û fermanberên şaredariya Silêmaniyê ve hat pêşwazîkirin.
Di wê serdanê de, her yek ji wezîrê şaredariyan Semîr Ebdula û parêzgarê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salh jî amadebûn û serokê hikûmetê hemû alî û cihên kar di nava avahiya serokatiya şarevaniya Silêmaniyê de kontrolkir da ku şêwaza kar û xebata şarevaniyê li gorî sîstemeke nûjen bête birêvebirin.
Avahiya nû ya şaredariya Silêmaniyê bi awayekî modern li ser rûberê 19 hezar metr çargoşe bi buhayê 19milyar û 400milyon dînaran li ser bidceya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye avakirin.