Li gor encamên despêkî yên hilbijartinên giştî li Tirkiyeyê AKP ê piranî bi destxist
Li gor encamên neresmî, AKP ê ji sedî 50ê dengan bi dest xistin. Rêjeya dengên AKP ê di hilbijartina 2007an de ji sedî 46.6ê bû û tevî ku rêjeya dengên wê 3 pûan zêde bûye lê jimara kursiyên AK Partiyê kêm bû û 326 kursî bi destxistin, ev rê je ji bo pêkanîna hikûmetê bese, lê ji bo ku destûr dane ber rêfromê pêdivî bi 330 kursiyan heye.
Partiya dijber ya serekî ya Tirkiyeyê CHPê jî li gor sala 2007an, rêjeya dengên xwe 5 pûan bilind kir û giha ji sedî 26ê ku di sala 2007an de ji sedî 21ê bû ku kursiyên wê dibin 135 kursî di perlemantê de.
Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ji sedî 13.1ê bi dest xistin û 53 parlamenter şandin parlamentoyê.
BDPê ku bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinê bû, ku di hilbijartina 2007an de 22 kursî bi dest xistibûn vê carê rêjeya dengên xwe zêde kir û 36 parlamenter şandin parlamentoya Tirkiyeyê, ku dibe nêzî ji sedê 6 ji tevaya dengên Tirkiyê.