• Saturday, 30 November 2024
logo

Pirosêsa dengdanê li welatê Tirkiyeyê dest pê kir

Pirosêsa dengdanê li welatê Tirkiyeyê dest pê kir
Ji bo hilbijartina parlamenterên nû, îro prosesa dengdanê li seranserê Tirkiyeyê dest pê kir, û Di hilbijartina îro de, dê welatiyên Tirkiyeyê bo cara 24mîn, endamên nû yên parlamentoyê hilbijêrin.

Hilbijartin bi beşdariya 24 partiyan û 203 namzedên serbixwe bi rê ve diçe û tê de 50 mîlyon û 189 hezar û 930 dengdêr dê 550 endamên Parlamentoya Tirkiyeyê hilbijêrin.

Digel partiya desthilatdar ya Tirkiyeyê Partiya Dad û Geşepêdanê, partiyên din yên ku beşdarî hilbijartinan e ev in:

Partiya Demokrat,Partiya Komarger ya Gel,Partiya Kedê,Partiya Mîlletê,Partiya Demokrat a Lîberal, Partiya Saadatê, Partiya Maf û Yeksaniyê, Partiya Dengê Gel, Partiya Tevgera Neteweperest, Partiya Riya Rast, Partiya Komûnîsta Tirkiyeyê, Partiya Neteweperest û Muhafazakar, Partiya Yekgirtiya Mezin, Partiya Çepa Demokratîk,

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji ber benda hilbijartinê (ji sedî 10ê), di bin navê Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê û bi namzedên serbixwe, beşdariya hilbijartinên vê carê dike.

Li gor anketên dawîn, AK Partî dê di hilbijartina sibê de dîsa bibe partiya yekê û bi tenê hikûmeta nû ya Tirkiyeyê pêk bîne. Tê çaverêkirin rêjeya dengên CHPê bigihe ji sedî 30ê, MHPê benda hilbijartinê derbas bike û BDPê jî nêzîkî 30 kursiyan bi dest bixe.

AKnews
Top