Her diçe piştgêriya BDP ê zêde dibe û sê namzedên DSP ê gehiştin BDP
Namzedên DSP’ê ( partiya demokrata çep) yên Amedê Îlyas Yuksel, Mehmet Şah Demîr û Reşat Zorgor ji partiya xwe îstifa kirin û derbasî BDP’ê bûn. Bi boneya derbasbûna namzedan merasîmek ji bo wan hate lidarxistin û serokê rêxistina BDP’ê Mehmet Alî Aydin anî zimên ku namzedên DSP’ê derbasî BDP’ê bûne û vê yekê hez daye wan jî. aygin got, namzedên ku ji DSP’ê îstifa kirine daxwaznameyên xwe yên îstifayê pêşkêşî Desteya Bilind aHilbijartinê kirine.
Piştî merasîmê gera namzedên serbixwe yên Eniyê yên Amedê dest pê kir. namzedên serbixwe Şerafettîn Elçî û Nûrsel Aydoganê li ser otobusa hilbijartinê silav dan gelê Amedê.
ANF