Serokwezîr û serokên turkiya dijî rijêma Sûriya axivîn
Duhî ajansa nûçeyên Anadul ragehand: Receb Tayib Erdûgan serokwezirê Turkiya di hevdîtinekê de deshelata Sûrî gunehbarkir ku bi awayekê xerap hûvane reftarê tevî xwenîşanderan dike, erdugan got: "çend caran beriya niha ez bi Esed re axvîme, lê ew bizava kêmkirina van rûdanan didin, çihê daxêye bi awayekê mirovatî revtar nakin, bi rastî kuştina xwenîşanderan li Sûryayê karek rewa û qebûl nîne.
Ji bal xwe ve serokê Turkiya dijwariya li Sûryê bi karek huvane wesifkir û amadeya turkiyê ji bo her berhengariyeka siyasû û leşkerî hember Sûriya nîşanda.
Ev daxuya piştî wê yekê tê ku pêtir ji 3 hezar welatiyên Sûrî ji tirsa şer û rijêma sûrî derbazî sînûrê Turkiya bûne.