Serokê Herêma Kurdistanê li gel 150 xwendekarên jêhatî û serkeftî civiya
Paşê Serok Barzanî li gotara xwe de li gel bi xêrhatina van cîgergoşe azîzan ragihand ku îro gelek dilxweşe bi hevdîtina van cîgergoşan û kêm roj heye wekî îro dilxweş bûbê. Birastî mirov hêvîbexş dibê ku çavê bi çavê geşê van zarokan dikevê.
Ez spasî Mamostayên birêz dikim û her wiha spasî Wezîrê Perwerde dikim ku xwediyê vê bîroke û fikrê bû. Mamosta piştî raperînê roleke ber bi çav dîtin bo ku sîstema xwendin li Kurdistanê da ranewestê. Wê demê ne mûçe hebû û ne tiştê din. Lê belê bi hunera wan mamostayan xwendin li Kurdistanê ranewesta ji bo wê yekê pir bi dil spasiya wan dikim û ew rola wan herdem nayê ji bîr kirin û niha jî spas ji bo xweda rewşa Kurdistanê baştire û dema wê yekê hatiye ku xwendingehên rêkûpêk ji bo xwendekarên Kurdistanê bête dirûst kirin û sîstema xwendin berev pêş biçê û li derfeteke din jî da emê wan xwendekarên jêhatî yê pêkhatên dinê Kurdistanê jî hevdîtinek encam bidîn.
Serok Barzanî piştî vê axaftinê, daxwaz ji xwendekarên ezîz kir ku ewê her pirsiyarekî hebê dikarê pêşkêş bike û ji bo vê mebestê jî hejmarek li xwendekarên amadevan çend pirsiyarekî pêşkêş kirin ku sebaret bi jiyanî xwendekariyê û çawayiya bûyîna Pêşmerge û her wiha hez û hêviyên ku wê dema ku xwendekar buye û ew rûdaw û bi serhatiyên ku bûne sedema dilxweşî û nexweşiya cenabê Serok.
Li bersîva pirsiyarek da ku wê dema xwendekar buye hez dikir bibê çi? Serok Barzanî ragihand ku wê dema ku xwendekar buye hez dikir bibê bi Firokevan lê belê bi sedema destpêkirina şoreşa Eylûl û dev jê berdana xwendinê êdî hez kiriye bibê Pêşmerge û ew hezkirina wî jî hatiye holê.
Sebaret bi hebûna bi Serokê Herêmê jî, Serok Barzanî ragihand: Ez Serokayetiyê bi xizmet dizanim, lê belê Pêşmergayetî li cem min gelek mezintire.
Di derbarê demên xweş û nexweşiyan jî Serok Barzanî ragihand: Demê minê nexweş dema min hevalek ji dest dida û demên xweş jî ew dem bûn ku Pêşmerge serkeftinê li bereyên şer da bi dest dianî.
Li ser evînî û hezkirina wî ya li ser zarokên xwe jî Serok Barzanî ragihand ku li ruyê evîniyê ve her hemû wekî hevin, lê belê ewên biçûk zêdetir û niha xwed çend neviyeke ku her hemû li cem xweşdivîtirin.
Li dawiya civînê de, Mamosta û xwendekarên amadevanên civînê jûra karkirina Serok Barzanî û serî li wan jûran kirin ku Serok Barzanî civîn û hevdîtinên xwe têda encam dide û li dema xatir xwestinê de jî diyariya Serok Barzanî û nivîseke rêzgirtinê li ser wan hemû xwendekarên jêhatî û serkeftiyan hate dabeşkirin.