• Saturday, 30 November 2024
logo

Di Amar dawîn de AK Partî 46.5, ji dengên turkiya bidestêxe

Di Amar dawîn de AK Partî 46.5, ji dengên turkiya bidestêxe
Li Tirkiyeyê, li gor anketa (amar) dawîn ya Şîrketa Lêkolînê ya KONDAyê, di encama hilbijartina yekşema dahatî de AK Partî ji sedî 46.5ê, CHPê ji sedî 26.8ê û MHPê jî dê ji sedî 10.8ê dengan bi dest bixin û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî dê bi bidestxistina zêdetirî 20 kursiyan, di parlamentoyê de grûpa xwe pêk bîne.

AKnewsê, encamên anketa dawîn ya KONDAyê bi dest xistin ku îro bi dawî hatiye lê ji ber qedexeyên hilbijartinê tenê di malpera KONDAyê de hatiye belavkirin.

Li gor anketê AK Partî dê ji sedî 46.5ê dengan bi dest bixe û bi tenê bibe desthilat lê nikare 367 kursiyan bi dest bixe. Ji bo ku bêyî referandûmê, destûra nû ya Tirkiyeyê çêke, AK Partî pêdivî bi 367 kursiyan e.

Her weha li gor vê anketê Partiya Komarger ya Gel (CHP) jî dê rêjeya dengên xwe zêde bike û ji sedî 26.8ê dengan bi dest bixe.

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) jî dê bi ferqeke biçûk benda hilbijartinê derbas bike û ji sedî 10.8ê dengên dengderên Tirkiyeyê bi dest bixe ku ji ber aşkerebûna dîmenên seksî yên serkirdeyên wê tûşî aloziyeke mezin bûye.

Li gor anketa KONDAyê, BDP ya ku ji aliyê Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ve piştgirî lê tê kirin, dê ji sedî 6.7ê dengan bi dest bixe û zêdetirî 20 parlamenteran bişîne parlamentoya Tirkiyeyê.

Rêjeya dengên partî û namzedên din yên serbixwe jî ji sedî 9.2ê ye.

AKnews
Top