• Saturday, 30 November 2024
logo

Hêdîkirina ragihandinê di civîna pênç alî de hate behiskirin

Hêdîkirina ragihandinê di civîna pênç alî de hate behiskirin
Desthilat û dijbereya Herêma Kurdistanê duhî civîna duyê ya pêncqolî pêk anî û partiyên desthilatê ragihandin ku wan pêdivî bi wextê zêdetir e daku hilsengandin û xwendina zêdetir bo projeya dijbereyê bikin.

Piştî civîna duyê ya pêncqolî ya li bînaya Parlamentoya Kurdistanê ku 3 seat dom kir, endamê şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Îbrahîm û endamê şandeya Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm civîneke hevbeş a rojnamegeriyê saz kir.

Hekîm ragihand ku di civînê de gelek xal hatin hilsengandin ji wana projeya muxalefetê ku di civîna borî de pêşkêşî partiyên desthilatê kiribû.

Mihemed got, “Ji ber ku çend xalên din mane ku ji aliyê dijbereyê ve bên pêşkêşkirin ku dê di van du rojan de aresteyê desthilatê bên kirin, (YNK) û PDKê pêdivî bi wext heye daku li ser wê projeyê hûr bibe. Lewra di civîna dahatî de dê projeya herdu partiyan û bersiva wan a bo muxalefetê bê amadekirin û gotûbêjkirin.”

Mihemed Hekîm got, “Dibe ku berî civîna dahatî ku em pêşbînî dikin li 18 an 20ê vê mehê bi rê ve biçe, komîsyonên herdu aliyan hev bibînin û xalên nav projeyan zêdetir aşkere bikin daku di civîna dahatî de zêdetir jihevfêmkirin hebe.

Cafer Îbrahîm jî li ser civînê got, “Me di civîna îro de bi awayekî gelekî cidî behsa ajandaya civînê kir ku jihevfêmkirineke zêdetir li ser pirsan heye. Yek ji raspardeyên civîna îro, digel çareserkirina rewşên awarte, çêkirina rewşeke aramtir a ragihandinê ye.”

Îbrahîm got, “ Piştî civîna yekê ya pêncqolî me wek PDK û YNKê projeya dijbereyê hilsengand û bersivek jî amade kir lê diyar e wan hêj xalên din mane ku bo projeya xwe zêdetir bikin. Lewra me pêdivî bi wextê zêdetir e ta hilsengandin û xwendina zêdetir bo projeya wan bikin.”

Şandeya partiyên dijbereyê pêk hatibû ji, Tevgera Goranê; Qadir Hacî Elî, Mistefa Seîd Qadir. Yekgirtiya Îslamî; Mihemed Ferec, Bekir Elî. Komela Îslamî; Mihemed Hekîm û Ebdulstar Mecîd.

Şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji Fazil Mîranî û Mehmûd Mihemed, ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê jî ji Mele Bextiyar û Ehmed Pîre pêk hatibû.

AKnews
Top