• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Rewta Sadir kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Rewta Sadir kir
Îro çarşem 08/06/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî bilinda Rewta Sadir bi Serokayetiya birêz Beha El Erecî Serokê Kutleya Ehrar ya li Encumena Nûnerên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, rewş û pêşketinên siyasiyê Iraqê û pirs û giriftên li nav pêvajoya siyasî û ewlehiyê hate guftûgo kirin. Şanda mîhvan tîşk xiste li ser Rewta Sadir û çawayiya karkirin wan a li nav pêvajoya siyasî û Hikûmeta Iraqa Federal da û ji bo rêkxistina pêvajoyê û çalakkirina Hikûmet û çareserkirina gîr û giriftan destpêşxeriyeke semahetê Seyîd Muqteda Sadir xistin rû ku bi hevkariya her du aliyan bernameyeke çaksaziyê ji bo çareserkirina wan gîr û girift û pirsan bête amade kirin bi awayekî ku li aliyê nakokiyan pê girêdayî bin û bi vê sedemê çareseriya pirsa Wezaretê Emniyan û pêkanîna Encumena Bilinda Siyaseta Stratejiyan li rêya bi cîhkirina wa xalan bê kirin ku li çarçêweya destpêşxeriya Serok Barzanî de rêkkeftin li ser hatiye kirin, bi awayekî ku Hikûmeta niha bibê Hikûmetekî hevbendiya rasteqîne û biryar bi awayeke hevbeş bêne wergirtin.

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku her hewleke hevbeş ji bo çareserkirina gîr û giriftên niha ya Hikûmeta Federal erkekî nîştimaniye û wekî Iraq pêwîstiya me bi binyadnana dewletekî rêkxistî û damezraweyî û yasayî heye û her demê aliyên beşdarbuyî hikûmet hest bi wê yekê kir ku hevbeşiya rasteqîneye li wê hikûmetê da erkên li serşana xwe bi berpirsiyariyetiyê ve encam dide.

Birêz Beha El Erecî jî li gel hevrebûna xwe ya van nêrînên Serok Barzanî ragihand ku ew hewldan ji bo eweye ku her du alî bi mebesta encam dana çaksaziyên pêwîst bibin haletekî wesetî.

Li dawiya hevdîtinê de, Serok Barzanî li gel bilind nirxandina van hewlên Rewta Sadir tekez li ser pêwendiya dîrokî kir ku piştî nirxandin û şêwirînê helwesta dawiya Herêmê ya sebaret bi vê hewlê dihête ragihandin.
Top