• Saturday, 30 November 2024
logo

Kamer Genç: Dêrsimî ne kurd in Dirsimî Tirk kurên Tirkan in!

Kamer Genç: Dêrsimî ne kurd in Dirsimî Tirk kurên Tirkan in!
Namzedê CHP’ê yê Dêrsimê Kamer Genç got; “Dêrsimî ne Kurd û murd in. Tirk kurên Tirkan in. Çi karê me bi pirsgirêka Kurd heye? Jixwe pirsgirêkek wiha jî tune ye.’’ Ev gotinên Kamer Gencê ku demek dirêj e parlementertiya Dêrsimê dike, îro di nivîsa qûnciknivîsa nivîskara rojnameya Sabah Sevilay Yukselir de hat weşandin.

Kamer Genç li Dêrsimê propagandaya “Ger hûn dengên xwe nedin me, bidin AKP’ê”. Genç ne tenê ji bo Dêrsimiyan, gotinên giran ji bo Ferhat Tûnç jî dike.

Namzedê din ê CHP’ê Huseyîn Aygun jî dabû diyarkirin ku Seyîd Riza ne rêberê Dêrsimê bû û Dêrismî di çewisandina serhildana Şêx Seîd de rol lîstine. Aygun jî weke nijadperestên Tirk diyar dike ku Zaza ji Xoresanê hatine, piştî Aygun jî Kamer Genç got; “Dêrsimî Tirk kurên Tirkan in.”

AMF
Top