• Saturday, 30 November 2024
logo

Mesrûr Barzanî: keltûrê xelkê kurdistanê dijî tundûtîjî û dijwariyê ye

Mesrûr Barzanî: keltûrê xelkê kurdistanê dijî tundûtîjî û dijwariyê ye
Îro Mesrûr Barzanî pêşwaziya hijmareke Mamoste û Xwendekarên beşê Zanistên siyasî û peyvendiyên navnetewî ya Zanîngeha Amesterdamê kir.

Di destpêka vê hevdîtina han de heyeta mêwan armanca serdana xwe a ji bo Kurdistanê rave kir û da zanîn ku, armanca wan ji vê serdana han lêkolîn kirina rewşa Kurdistanê û ji nêzde hayedar bûn ji rewşa Kurdistanê di çarçoveya bernameya alûgor kirina zanistê a di navbera Zanîngehên Cîhanê deye.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de ku, hijmareke Xwendekar û Mamosteyên beşê zanistên siyasî û peyvendiyên navnetewî yên Zanîngeha Hewlêrê jî amade bûn, heyeta mêwan ecîbmayîna xwe a li hember rewşa baş ya ewlekarî û civakî ya Kurdistanê diyar kir.

Di dirêjahiya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî jî ji bilî bigerimî bixêrhatin kirina heyeta mêwan her weha kêfxweşiya xwe jî a li hember vê serdana han diyar kir.

Pişt re heyeta mêwan û Mesrûr Barzanî bi awayekî cidî di derbarê dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê û her weha çawetiya xebat kirina wan jî nîqaşkirin.

Vekêşandina hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraqê, rewşa siyasî ya Kurdistanê û çalakiyên partiyên siyasî yên Kurdistanê û meseleya demokrasî a li Kurdistanê de çend babetên din yên girîng bûn ku, bihev re li ser wan giftûgoyeke gerim hate meşandin.

Di dirêjahiya vê hevdîtina han de peyvendiyên Hikûmeta Kurdistanê yên bi Hikûmeta fedral re û meseleya bihevre jiyana kemenetewên olî û etnîkî li Kurdistanê de jî hatin nirxandin.

Meseleya poloralizma siyasî û meseleyên Ciwan û jinan jî hatin rave kirin û di derbarê her yek ji wan babetan de Mesrûr Barzanî bi berfirehî axefî û helwesta fermî ya Hikûmeta Kurdistanê a di derbarê wan babetan re ji heyeta mêwan re rave kir.

Di derbarê aramiya rewşa ewlekariya Kurdistanê de Mesrûr Barzanî ragihand ku, her çend neyar û nahezên Gelê Kurd bi berdewamî hewl didin daku, rewşa ewlekariya Kurdistanê aloz bikin lê baş bûna rewşa ewlekariya Kurdistanê berhema ked û şev nexewiya karmend û Efserên dezgehên ewlekarî û karmendên polîs û pêşmergeyên Kurdistanê û hevkariya welatiyên Kurdistanê a bi dezgehên ewlekarî re û çanda Gelê Kurd a ku, li dijî tundûtîjiyêye.

Di derbarê peyvendiyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku, çarçoveya wan peyvendiyên han di nava destûra bingehîn a Îraqê de û di çarçoveya pergaleke siyasî ya fedral û demokratîk de hatine destnîşankirin û em bi vê destûra han re girêdayîne û hêvî dikin ku, Bexda jî bi destûra han re girêdayî bimîne.

Di derbarê meseleya vekêşandina hêzên Leşkerî yên Amerîakyê yên li Îraqê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, hewlesta me a di vê derbarê de eşkereye û hîn jî hêzên ewlekarî yên Îraqê hîn jî bikarin bi başî ewlekariya welat û Sînûrên Îraqê biparêzin, lewre bi mebesta perwerde kirina hêzên Îraqê û parastina Îraqê ji terorîstan em bi baş dibînin ku, hijmarek ji hêzên Amerîkayê li Îraqê de bimînin.

Di derbarê meseleya poloralîzma siyasî û meseleyên ciwan û jinan de jî Mesrûr Barzanî anî ziman ku, em niha li Kurdistanê de ber bi demokrasî û prensîbên welatî bûnê ve diçîn, prensîba sereke ya me demokrasî û yeksaniya welatiyaye, her ev taybetmendiya hane ku, poloralîzm û bihevre jiyana kemenetewên olî û etnîkî li Kurdistanê de bipêş xistiye.

Ktv
Top