Barzanî û Elawî tekez li ser cîbicîkirina rêkeftinên siyasî kir
Di dîdarekê de her du aliyan rewşa emnî û pirosesa siyasî li Îraqê nirxand.
Barzanî û Elawî tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste hemû aliyên siyasî, ji bona cîbicîkirina rêkeftinên siyasî, pirkirina valahiya wezaretên emnî û pêkanîna civata siyasetên stratejîk, bi awayekî tewafiqî xebatên xwe çir bikin. Daku hikûmet jî bikare emin û asayîşa welêt biparêze û xizmetgozariyan bo hevwelatiyan dabîn bike.
Di vî warî de, Eyad Elawî tekîd li ser berdewambûba rola serok Barzanî di lehevnêzîkirina dîtinên hêzên siyasî, ji bona parastina destkeftiyên pirosesa siyasî û ew pirensîpên hikûmeta koalîsyona niştimanî li ser hatiye avakirin, kir.