IHD: Dengê xwe ji bo destûrek demokratîk bidin
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ya Navenda Giştî ya IHDyê de, hate ragihandin ku Tirkiye pêdivî bi destûreke sivîl û demokratîk e û amaje bi wê çendê jî hate kirin hemû partiyên siyasî soza pêkanîna destûreke demokratîk didin.
IHDê di daxuyaniyê de da xuyakirin ku pêwîst e di destûra nû de îdeolojiya resmî nemîne û tê de tekezî li ser ‘ ji aliyê civak û hemû gelên li Tirkiyeyê ve avakirina paşerojeke hevbeş’ bê kirin. Her weha hate gotin:
“Pêwîst e di destûra nû de, di warê etnîkî, olî, zimanî û kulturî de hemû mafên gerdûnî yên gelan û grûpan bên nasîn û mafê beşdarbûnê di rêveberiyê de bê desteberkirin.”
AKnews