• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka li Iraq kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka li Iraq kir
Duhî dûşem 06/06/2011 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya James Jeffrey Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka li Iraq û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, pêşhatên dawiya emniyên Iraqê û berev pêşvebirina temamkirina Wezaretê Emniyan û çarenûsa Encumena Bilinda Siyasetê Stratejiyan û pêvajoya vekişana hêzên Emerîka li Iraq û pêwendiyên di navbera her du aliyan li çarçêweya vê vekişana bi pişt girêdana bi peymana çarçêweya stratejiya di navbera Iraq û Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka, hate nirxandin.

James Jeffrey Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka li Iraq tekez li ser rola serekiya Serok Barzanî ya li nêzîkkirina nêrîn û helwesta aliyê siyasiyên Iraqê kir û ragihand ku me hemûyan pêwîstî bi hewlên Serok Barzanî ya ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî û hevbendî heye.

Her wiha Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka gumana Serok Obama û Cîgirê wî ya beramber bi têkçûna rewşa emniya Iraqê ragihand ku eve jî pêwîstî bi wê yekê dike ku her awayî hewl bidin ji bo çareserkirina wê rewşê û tekez jî li ser girîngiya pirkirina posta emniyan kir li gor wê îstîhqaqa ku peyman li ser hatiye kirin.

Li dawiya hevdîtinê de guftugokirina pêwendiyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal û ew pirs û giriftên ku heta niha li navbera wan de mane mijareke dinê vê hevdîtinê bû û li vî warî de Serok Barzanî ronahîkir ku pêwîste ew pirs û gîr û girift bi tenê li gîr û giriftên nav Hikûmeta Federal de bêne çareserkirin.
Top