Kemal Kerkûkî: çênabe di cîbicîkirina madeya 140 de êdî em sebrê bikêşin
Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê Kerkûkî da zanîn ku axaftin û beyannameyên wek a Civata Siyasî ya Ereb li Kerkûkê ‘’axaftinên şaş û kêm in’’ û li gor wî, xwepêşandan û mangirtina xelkê Kerkûkê hikûmeta İraqê neçar dike ku madeya 140ê cîbicîh bike û dibêje: ‘’Evna li pêşiya me ye û hemû dem jî bo wê maqûl e.’’
Bi baweriya Kerkûkî, di destpêkê de cîbicîhkirina madeya 140ê pir asan bû û axaftina xwe wiha diqedîne: ‘’Lê belê me gelekî rewşa İraqê liber çav girt ku çênedibû vêna bikin. Ger cîbicîhkirina madeya 140ê zêdetir paş bikeve xelk bi xwe Kerkûkê vedigerînîn ser wî cihê ku ew bi xwe dixwazin.
Civata Siyasî ya Ereb li Kerkûkê, çend roj berî niha beyannameyek dijî axaftinên Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî belav kir, li ser wêya ku gotibû ger dîsan cîbicîhkirina madeya 140ê bê bipaşxistin xelk wek gelê Tunis û Misrê dê ji cîbicîkirina madeyê dest bi mangirtinê bikin.
rudaw