• Saturday, 30 November 2024
logo

Her diçe qada xwenîşanderên Sûriya gerimtir û xûnawîtir dibe

Her diçe qada xwenîşanderên Sûriya gerimtir û xûnawîtir dibe
Xwenîşanderên welatê Sûrya berdewamin li ser daxwaza xwe ku ew jî azadî û destberdarbûna Beşar esed ê serokê Sûrya di xwazin.

Herdiçe serhildan û xwenîşandanên Sûrya berfirehtir lê tên û kuştin zêdetir dibe duhî û di hêrişên deshelata Sûrî de ji bo ser bajarokê Cisrşaxor ku dikeve rojavayê Idlibê nêzî Askenderona Turkiye 38 kes mirin û hejmarek pir birîndarbûn.

Hat ragehandin ku birîndarên Cisirşaxor û gehiştine sînûrê Askenderona û ji bo nexweşxaneyên Turkiya hatin şandin, herweha hin şêniyên wî bajarokî jî revîn Turkiyê.

Li bajarê hema ku ji roja Înî were nêzî 70 kesan hatine kuştin bi 10 hezaran xelik li kulanaye û mangirtina giştî hatiye ragehandin û jiyan bi temamî rawestaye.

Herweha li Dêrezorê ku dikeve ser sînûrê Îraqê ji roja Înî were 23 kes hatine kuştin û hin bingehên parta Besa Sûrî hatine şewitandin û wêne û peykerên Esedê bab û kur hatine şikandin.

Li hind bajar û bajarokên din jî xelik derketin û berdewam rewş alozdibe.

Ji aliyekê din ve deshelata surî di bireweriya şikestina şoreşa dijî Israilê de rêda gelê Culanê ku sînûrê Israilê derbazkin, di encam de hêzên Israilê teqe li wan kesên ku sînûr derbazkirinî kirin û 13 kes hatin kuştin û bi tehan kes birîndar ketin.
Top