• Saturday, 30 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya yarîdederê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê karubarê mafê mirov kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya yarîdederê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê karubarê mafê mirov kir
Îro yekşem 05/06/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Îvan Sîmonofîc Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê karubarê mafê mirov û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê karubarê mafê mirov ji bo wan destkeftên ku li Kurdistanê da hatine holê û her wiha ji bo vê aramiya ku li Kurdistanê da heye pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku pêwîste bi hemû şiyanek ve ew destkeft bêne parastin û ji bo paşarojê jî hengavên mezintir bêne avêtin û sebaret bi mafê mirov li Herêma Kurdistanê jî, Yarîdederê Sekreterê Giştî ragihand ku sebaret bi babeta girîngîdana bi mafî mirov û pêkhatê cûda cûdayê Kurdistanê hest bi pêşkeftinekî erênî û zelal tê kirin û hewla Hikûmeta Herêmê li piştevanîkirina wan gûhertinên demokratiyên ku piştgîrî li mafê mirov dikin û eve jî ragihand ku cûdahiyeke mezin li navbera mafê mirov li Herêma Kurdistanê û beşên dinê Iraqê da heye û li vî warî de spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo wê pêwendiya baş a li gel lîjneya mafê mirov û lîjneya yasayiya Parlemen û Wezaretê pêwendîdaran û tekez jî li wê yekê kir ku li Neteweyên Yekgirtî da gelek xweşhalîn bi tevgerên Hikûmeta Herêm beramber xwepêşandanên vê dawiyê yên li parêzgeha Silêmanî û ragihand ku tu welatek li ruyê mafê mirov da li dinyayê da bi kamîl tûne û di derbarê rola medyaya azad jî ragihand ku pêwîste ew medya li ruyê siyasî ve azad bin û girêdayî prensîpê medyayê bin neku tomet û teşhîrkirina bi lez û dûpat li ser rêza Neteweyên Yekgirtî ya sebaret bi parastin û bergirîkirina mafê jinan kir û li vî warî de jî balkişand li ser rola berbiçavê jinan ku li Herêma Kurdistanê da tê dîtin û behsa tevgerên Hikûmeta Herêmê ya sebaret bi rêxistinên civakî yê medenî kir.

Serok Barzanî bi hemû dam û dezgehên xwe ve tekez li ser arasteya rasteqîne û zelala Herêma Kurdistanê kir û li rêya yasa û rênimayî danana bi mebesta parastina mafê take kesî û civak û balkişand li ser çanda kevina gelê Kurdistanê ku li rûyê pêkve jiyana birayane û ragihand ku em wekî gelê Kurdistanê îro bextewerîn bi wê yekê ku em warisê wê çanda kevine û hêvîdarîn ku navçeyên dinê Iraqê jî sûd li wê çanda gelê Kurdistanê wergirin.

Guftugokirina çawayiya hemahengiya di navbera nivîsîngeha Hewlêr a mafê mirov û Wezaretê pêwendîdar û danîna bernameyeke taybet bi Kurdistan û her wiha rola Neteweyên Yekgirtî jî piştî vekişana hêzên Emerîka li Iraq mijareke dinê hevdîtinê bû û li vî warî de Serok Barzanî tekez li ser rola erêniya Neteweyên Yekgirtî kir û ragihand ku ew rêxistina navdewletî dikarê rolekî erênî bibînê ji ber ku ew rol ji aliyê hemû welatan ve pesend û qebule.
Top