• Saturday, 30 November 2024
logo

Mam Celal: cudabûna Nawşêrwan ji YNK ê sitasyonek pir nexweşbû di jiyana min de

Mam Celal: cudabûna Nawşêrwan ji YNK ê sitasyonek pir nexweşbû di jiyana min de
Îro yekşemê Celal Talebanî serokê Îraqê di daxuyaniyekê de ji rojnama Şerqulewset re regehand: serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di astê pêdivî de ye û em li ser kiryarên wî razine.

Drebarî mana serokê hikûmetê di postê xwe de ji bo du salên were Celal Talebanî got: mana D. Berhem Salih di postê serok hikûmetê de girêdayî rêkeftina di navbera PDK ê û YNK ê ye.

Mam Celal got : cudabûna Nawşêrwan Mistefa ji YNK ê sitasyonek pir nexweşbû di jiyana min de, lê di sitasyonên nexweştir de derbazbûm, ta niha min çi nivîsîn dijî Newşêrwan Mistefa nenivêsandine ji ber ku hevalê min ê xebatê yê 35 sala bû.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Talebanî ragehand: cudabûna serkirdên bizava goran li destpêkê aştiyane bû, lê pişt re wan hêriş kirin ser yekêtî, tevî ku niha hevrikî di nava YNK ê de heye lê hevrikiyên siyasî û aydolojî nînin tenê hevrikiyên kesatîne.
Top