Serok Barzanî: Yekgirtina zimanê kurdî ji karên min yên pêşîne
Di hevdîtinekê de, serok, cîgir û komîteya rêvebira Yekêtiya Nivîskarên Kurd ew bernameyê çaksaziyê yê ku serok Barzanî destpêkirî bilind nirxand û hêvî kirin ku ew pirosesa çaksaziyê het ku bi serkeftî bidawî bê.
Şandeya Yekêtiya Nivîskarên Kurd ji serok Barzanî re behsa kar, xebat û çalakiyên xwe kir û ew astengî û pirsgirêkên hene weke; pirsgirêkên digel Yekêtiya Nivîskar û Edîbên Îraqê, nebûna hevahengiyê digel wezareta rewşenbîriya herêma Kurdistan û nebûna saziyeke niştimanî ji bo çapkirina kitêban berçav kirin.
Yekxistina zimanê kurdî mijareke din ya gengeşê bû, di vî warî de serok Barzanî tekezkir ku yek ji ewlewiyatên wî yekxistina zimanê kurdî ye û karkrin li ser wê pirsê berdewam e.
Serok Barzanî ji şandeya nivîskaran re got ku ew dê ji bo nehêlana wan pirsgirêkên hene bi cidî bixebite.