• Saturday, 30 November 2024
logo

Li Amedê pêtirî 100 hezar kesa Xweseriya Demokratîk erê kir

Li Amedê pêtirî 100 hezar kesa Xweseriya Demokratîk erê kir
Li Amedê mîtîngê Ked Demokrasî û Azadiyê bi beşdariya 100 hezar kes dest pê kir. Biryara "Xweseriya Demokratîk" a ku ji aliyê Konseya Bajar ve hate aşkerakirin ji aliyê 100 hezar kesan ve hate erêkirin.

Mîtînga Eniyê ya Amedê ku bi rojan e her kes li bendê bû dest pê kir. Ji 100 hezarî zêdetir kes li Qada Îstasyonê hatin ba hev û hê jî hatina qadê didomê. Di pankart, slogan û dowîzna de nerazîbûnên li dijî AKP'ê tên ser ziman. Ji ber qerebalixê rêkhatingirtin. Ji çar aliyan hatina qadê didome.

Welatiyên ku ji aliyê Rezan ve hatin ji ber qerebalixê nekarin bikevin qadê. Alên KCK'ê yên mezin hatin vekirin. Hevserokên Giştî yên BDP'ê Fîlîz Koçalî û Hamît Gelyanî û bi hatina namzedên Eniyê dirûşmên "Kurdistan bi we serbilind e" hatin pêşwazîkirin. Piştî ku siyasetmedarên kurd silav dan gel ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê bi yekdengî dirûşma "şehîd namirin" hate berzkirin. Li qadê coşeke mezin hebu.

ANF
Top