• Saturday, 30 November 2024
logo

Civîna pênç alî serkeftiyane bi dawî hat

Civîna pênç alî serkeftiyane bi dawî hat
yekem civîna pênç alî serkeftiyane bidawî hat û birayre li dawiya vê heftiyê civînên cidî tir werin li darxistin.

Paş temambûna civîna pênç alî kongirekê rojnamevanî ji bal Sedî Ahmed pîre endamê mekteb siyasiya YNkê û Ebobekir Elî Endamê mekteba siyasiya Yekgirtûya Îslamî hat li darxistin pire ragehand, em weke YNK ê û PDK ê li ser binemayê piroja 17 xalî ya perlemanê pesendkirî diaxivin lê dergeh ji opozisyonê re vekiriye her xaleka wan bivê em dikarin gengeşê li ser bikin, weke diyar opozisyon bi pirojek nû hatibû civînê, me hemuya biryar da wê pirojê bixwênin û nêrînên xwe li ser bidin û tevî pirojên din di çarşema were de gotûbêjbikin.

Pîre ronîkir, piştî em li serhind xalan rêkeftin egerxalek diber ma, di civîna bilind de Mesod Barzanî dê hewla çareserkirina wê bide.

Ji bal xweve Ebobekir Elî endamê mekteba siyasiya yekgirtû ragehand, ev civîn destpêkek başbû, me tekez li ser giringiya gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir, di vê civînê de opozisyonê piroja 17 xalîya perleman û piroja 22 xaliya serokatiya herêmê kiribûn pirojek 9 xalî.

Ebobekir got: em weke aliyê opozisyonê tekez li hin pirsan dikin ji wana qadeka azadtir ji bo ragehandinê, dadgehkirin û girtina wan sûcbarên welatî kuştinî.
Top