Barzanî: mafê opozisyonê ye daxwaza deshelatê bike, lê bi rêyên destûrî û helbijartinan
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê xuyakir, ewên hizirdikin mada 140 a destûra Îraqê biserçûye, ew di destûr nagehin û naxwazin têbigehin, ji ber ku eger mada 140 biserçû wate destûra Îraqê biserçû.
Serokê herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de tevî rojnama Şerqulewset, ji bo dubare berbijêrkirina xwe bo serokatiya Kurdistanê rijdiya xwe ji bo destûrê tekezkir û got li gor destûrî her kesê maf heye xwe du cara berbijêr bike, yekem car ez bi rêya perlemanê bûme serok û cara duyem jî bi rêya helbijartinan ez serkeftim û rastexwe bûme serokê herêmê, destûr vî babetî yek alî dike.
Serok Barzanî ronî berda ser xwenîşandanên Sulêmaniyê û got: xwenîşandan mafekê xwezaiye û welatî dikin di rêya cadê de daxwaza mafên xwe bikin, lê xwenîşandanên sulêmanî du ecnda li pişt bûn, yek welatiyan daxwaza xweşkirina jiyarê tevî peydakirina kar û çaksaziyan, ez yekem kesbûm min daxwaza çaksaziyan kirî, ecinda duyê aliyê opozisyonê ye ku daxwaza deshelatê dike, ev jî mafê wane lê gereke bi rêyên şerî û destûrî bin.