• Saturday, 30 November 2024
logo

Esed banga tevaya partên Kurdî ji bo gotûbêjan dike

Esed banga tevaya partên Kurdî ji bo gotûbêjan dike
Çavkaniyekê partên Kurdî li Sûrya xuyakir ku Beşar Esed serokê Sûriyabang li serkirdên her 12 partên Kurdî ji bo ku li roja Şemiyê bicivin û li rewşa welat basbikin.

Foad Elîku endamê komîta siyasya parta Yekêtiya kurdî ya Sûrî got, parêzgeha Hesekê hejmarek serkirdên partên Kurdî ji bo civîna tevî Beşar Esed li roja Şemiyê haydarkirin, ku ev civîne jî yeke ji wan civînên ku serokê Sûriya tevî aliyên cuda yên civaka Sûrî pêktîne.

Elîku got: ji aliyê piransîpan ve em li ser vê hevdîtinê razîne, lê em dixazin bi hev bişêwirin û paşî biryaran bidin lewre me divê vê hevdîtinê ji bo mawê sê rojan paşbêxin.

Herweha navhatî got: partên Kurdî ji deshelatê û opozisyonê weke yek nizîkin, partên kurdî destpêşxeriyek pêşkêşkirye û têde daxwaza nehêlana xûnrêtinê û destpêkirina gotûbêjên nerim û tevgir dike.

aljazeera
Top