Şandeyeke parlamenterên parlamentoya brîtaniyayê gihiştine Hewlêrê
Li dor serdana heyeta parlamenterên brîtanî bo herêma Kurdistanê, Beyan samî Ebdulrehman nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya brîtaniyayê di daxuyaniyekê de got: Parlamenter û rawêkkarên parlamentoya Brîtaniyayê yên digel vê heyetê pira têkeliyên navbera Kurdistan û Brîtaniyayê ne. Ew xwe bi dostên gelê kurd dizanin û ji bo ber bi pêşvebirina pirosesa demokrasiyê li herêma Kurdistanê hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê dikdin. Ev şandeya parlamenterên brîtanî dê digel mezine berprisên herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin.
Heyeta parlamenter û rawêjkarên parlamentoya Brîtaniyayê di vê serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê de dê digel Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê, Berhem Salih serokê hikûmetê, parlamenterên lîsteya Kurdistanî û alkiyên partiyên opozisyon, patiyên siyasî, rêxistin û komeleyên nehikûmî û civaka medenî, hijmareke wezîrên Kurdistanê, rêxistinên jinan, mediya û nûnerên andîkayên bazirganî pêkbînin.
Şandeya navborî di van civînên xwe dê pirsên weke; rola desthilat û opozisyonê di çespandina demokrasiyê de, têkeliyên navdewletî, bazirganî, çaksazî, jenosîda û çend mijarên din yên aktuel bi berprisên herêma Kurdistanê re gotûbêj bikin.
Ev heyete beşek ji grûpa parlamenterên birîtanî bo piştevaniya Kurdistanê