• Saturday, 30 November 2024
logo

Piraniya xelkê Kurdistanê dixwazin Barzanî serperiştiya civîna pênç alî bike

Piraniya xelkê Kurdistanê dixwazin Barzanî serperiştiya civîna pênç alî bike
Di kongirek rojnamevanî de Sîrwan Gerdî serokê sentera rewşenbîriyê Asude xuyakir ku wan rapirsiyek bi dabeşkirina 30 hezar forman li seranserî herêma Kurdistanê encamdaye, 1200 forim li Silêmaniyê û 1000 li hewlêrê û 800 li duhokê hatine belafkirin, ji wana 2884 forim hatine bersivdan.

Di rapirsiyê de û di bersiva birsa gelo destpêşxeriya serokê kurdistanê çawa dibînî? 39,1% bi pir başe, 41,9% bi başe, 9% bi xerabe û 10% bi nizanim hat bersivdan, pirsa geşbînî bi civîna pênç alî di navbera aliyên siyasî yên kurdistanê de? 70,3% geşbînim, 9,7% reşbînim,2% weke civînên dine.

Di pirsa gelo bi ya te kî serperiştiya vê civînê bike? 83,1% serokê herêma Kurdistanê, 15% serokê Hikûmetê, 1,9% serokê perleman bike başe.
Top