4 kes li bajarê Kirmanşanê hatin bidarvekirin
Li gor Mehrnewsê, duh serê sibê 4 kes li girtîgeha Kirmanşanê bi hinceta karanîna madeyên hişber hatin bidarvekirin. Li gor agahiyan, piştî Dageha Şoreşê ya Kirmanşanê biryara darvekirinê da, her çar kes di carekê de bi awayek lezgîn hatin bidarvekirin. Lê heta niha ev hincet ji aliyê tu alî û derdorên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.
Her wiha ji serê sala 2011 û heta niha bi giştî 243 kes li Îranê hatin bidarvekirin.
ANF