Serokê Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî da salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê pîroz kir
Her di vê pêwendiyê da, Serok Barzanî dûpat li bihêzkirina pêwendiya du qolî û hevpeymanî û birayetiya di navbera Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) ê kir ku zaminekî xurte ji bo parastin û geşkirina destkeftan û bi destxistina serkeftin û destkeftên mezintirê gelê Kurdistanê.
Serok Mam Celal ji bo vê pêwendî û pîrozbahiyê gelek spasiya Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku ev yek helwestî û hemahengiya ku li navbera her du aliyan de heye li xizmeta berjewendiya bilinda gelê Kurdistanê û meseleya çarenûssazan da bibê.