Li amedê polîsan xalên pişkinînê danan û dikandaran dikan venekirin
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan îro cara 10'emîn tê Amedê. Beriya ku Erdogan saet di 14.00'an de li qada Îstasyonê beşdarî mîtîngê bibe welatî neçûn ser kar û dikandaran dikanên xwe venekirin. Di dema seredana Erdogan de li Wan, Colemêrg, Şirnexê û gelek bajarên herêmê xelk ji malên xwe derneket û pêwaziya wî nekir, îro jî li Amedê welatî ji malê xwe derneketin.
Tê çaverê kirin ku welatiyên Amedê ku neçûn ser kar, ji balafirgeha Amedê heta qada Îstasyonê Erdogan şermezar bikin û bertekên xwe bînin ziman. Her wiha ji şevê din de polîs, hêzên çevîk û tîmên taybet li gelek nokteyên bajar detbîrên mezin hatin girtin û noktoyên kontrolê hatin avakirin. Di nava dikanên girtî û kolanên vala de zêdebûna polîsan a li serê kuçe û kolanan zêde bala mirovan dikşîne.
ANF