300 bazirganên madeyên hişber Li Îranê wê bên bidarvekirin
Li gor nûçeya rojnameya Şarq a li Îranê weşanê dike, Dosgerê Tehranê Abbas Cefarî Dolatabadi got; “Me derbarê 300 kesên ku madeyên hişber bi kar tînin biryara darvekirinê daye.” Dolatabadi ragihand ku di nava kesên bên darvekirin de kesên navdar jî hene û hinek ji wana jî serokên çeteyan in.
Ji ber Îran di nava welatên herî zêde sizayên kuştinê pêk tîne de ye, ji aliyê rayagiştî ya navnetewî ve tê rexnekirin. Lê heta niha di vê mijarê de kampanyayên bi bandor nehatine meşandin.
Li gor daneyên Rêxistina Efû ya Navnetewî, piştî Çînê, Îran welatê herî zêde sizayên darvekirinê pêk tîne ye. Li gorî van daneyan Îranê di sala 2010 de 252 kes bi dar ve kir. Herî dawî jî 11 kesên ku tê gotin madeyên hişber bi kar anîne, 5 ji wan li ber çavên gel, hatibûn bidarvekirin.
ANF