Kuştin û girtin li Sûriyê berdewame
nûçe xuya dikin, xwepêşander di demekê de hatine kuştin ku hêzên hikûmeta Sûrî bi piştgiriya çekêm mezin roja li duşemê jî berdewambûn li ser êrişên xwe yên li bajarokên Tiblîsê, Resten û hind taxên din.
Rêxistinên mafê mirovan ragihandin, 3 sivîl duhî duşemê li Tiblîsê hatine kuştin. Li sêyemîn bajarê herî mezin Himisê jî termên 2 kesan hatine dîtin, ku tê bawerkirin ji aliyê hêzên ewlekariya Sûrî ve hatine kuştin.
çalakvan diragehînin, berxwedana çekdarî û şer dijî deshelatê ne tiştekî plankiriye tenê xwepêşander xwe diparastin.
Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêka xwepêşandanan û şûnda, bêtirî ji 1200 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin û zêdeyî 11.000 kesan hatine desteserkirin.