Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê berê yê Berîtaniyayê kir
Di hevdîtineke de ku, her dû Konsulusê Berîtaniyayê yên li Bexda û Hewlêrê û her weha hijmareke Rayedarên Kurdistanê jî amade bûn, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember serdana heyeta mêwan a ji bo Kurdistanê ku, ew bo xwe jî di esasa damezrandina vê de roleke girîng lîstiye diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, niha birêz Major dikare pêşkeftinên Kurdistanê û têkel bûna Kurdistanê tevî civaka navnetewî ji nêz de bibîne û ev heman Kurdistane ku, di salên 1990an de Major bi çav netirsî hewl da daku, li hember êrêşên Besê vê biparêze.
Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de biryare neteweyên yekgirtî ku, di encama hewldanên Major û hevpeymanên wî de bi girîng wesif kir û da zanîn ku, hewldanên wan bûn sedema piştgîrî kirina civaka navntewî ji bo Kurdistanê û ev yek jî bû sedema wê yekê ku, Kurdistanê hêdî hêdî berbi pêşeroj û awedan kirinê ve gav bavêje û ev biryara han girîngtirîn pêngav bû ku, Gelê Kurd bikarêbe îro di nava Kurdistaneke azad û demokratîk de bi azadî û serbilindî jiyan bike.
Di berdewamiya hevdîtina han de John Major jî kêfxweşiya xwe li hember vê serdana han û ji nêzde hayedar bûn ji rewşa siyasî, abûrî û çandî ya Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, raste vê demê ev biryara me girîng bû lê tişta girîng û esasî ev bû ku, we bo xwe karî ku, paşeroj û dahatûya Gelê xwe bi başî temîn bikin û berbi demokratîk bûn û nujen kirina Kurdistanê ve gavan bavêjin.
Di dirêjahiya hevdîtina han de rewşa siyasî ya Îraq û Kurdistanê, peyvendiyên heyî yên di navbara Hewlêr û Bexdayê de jî ji aliyê Barzanî û Major ve hatin nirxandin.
Di derbarê çareser kirina kêşeyên heyî yên di nava prosesa siyasî ya Îraqê de jî her dû alî tekez li ser vê yekê kirin ku, destûra bingehîn ya Îraqê baştirîn çareseriye ji bo tevahiya kêşeyên heyî.
Di dawiya hevdîtina han de peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Berîtaniyayê de jî hatin nirxandin û her dû alî tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han kirin.
Kurdistantv