• Saturday, 30 November 2024
logo

Xwepêşandanên cemawerî gehiştin dewleta Kuwêtê

Xwepêşandanên cemawerî gehiştin dewleta Kuwêtê
Pêla serhildanên cemawerî li Rojhilatanavîn û Bakûrê Efrîka vê carê gihişt dewlemenda petrolê Kuwêtê. Nêzî 2 hezar xwepêşandêrên Kuwêtî xwestin Serokwezîr El Ahmed El Sabah dest ji kar bikişîne.

Du li paytext Kuwêtê nêzî 2 hezar xwepêşandêr xwestin Serokwezîr Şêx Nasir Muhammed el Ahmed El Sabah dest ji kar bikişîne.

Di dema xwepêşandanên li meydana Safet pêk hatin de, hêzên ewlekariyê berheviyên xurt girtin. Lê Hêzên ewlekariyê tûndî hember xwepêşanderan bikarneanîn. Xwepêşadêran dirûşimên “Em azadî dixwarin” û “Em hikûmetek ku her kes piştgirî didin wê dixwazin” gotin.

Hat ragihan din ku wê di îna li pêşiya me de ji bo desthikarkişandina serokwezîr xwepêşandanek berfirehtir bê lidarxistin.

Serhildanên cemawerî li Rojhilatanavîn û Bakûrê Efrîkayê bi armanca “pêtir azadî" berdewamin, ev serhildane gehiştin dewleta Kuwêtê ku Kûwêta yek ji dewlementirîn welatên herêmê ku şêniya 2 milyon û 700 hezar e.

ANF
Top