Xwepêşandanên cemawerî gehiştin dewleta Kuwêtê
Du li paytext Kuwêtê nêzî 2 hezar xwepêşandêr xwestin Serokwezîr Şêx Nasir Muhammed el Ahmed El Sabah dest ji kar bikişîne.
Di dema xwepêşandanên li meydana Safet pêk hatin de, hêzên ewlekariyê berheviyên xurt girtin. Lê Hêzên ewlekariyê tûndî hember xwepêşanderan bikarneanîn. Xwepêşadêran dirûşimên “Em azadî dixwarin” û “Em hikûmetek ku her kes piştgirî didin wê dixwazin” gotin.
Hat ragihan din ku wê di îna li pêşiya me de ji bo desthikarkişandina serokwezîr xwepêşandanek berfirehtir bê lidarxistin.
Serhildanên cemawerî li Rojhilatanavîn û Bakûrê Efrîkayê bi armanca “pêtir azadî" berdewamin, ev serhildane gehiştin dewleta Kuwêtê ku Kûwêta yek ji dewlementirîn welatên herêmê ku şêniya 2 milyon û 700 hezar e.
ANF