ji ber bin pêkirina yasayên ÎLO Tirkiye ket lîsteya reş
100'-mîn Konferansa ÎLO-yê dê di 1-17ê Hezîrana 2011an de li bajarê Cenevre yê Swîsre bê li darxistin. Tirkiya ku ji ber mijokdariya kedê, maf û hiqûqê bin pê dike ji lîsteya reş a rêxistinê dernakeve îsal jî di warê mafên sendîkayê de cihê xwe di lîsteyê de girt. Li gor daxwiyaniya ku ji aliyê rêxistinê ve hatiye kirin Tirkiye di nav 44 welatên ku di lîsteya reş de ne. Tirkiye ji ber ku "Peymana Parastina Mafê Sendîkabûyînê û Azadiya Sendîkayê" bin pê kiriye wek welatên Azerbaycan, Kamboçya, Kongo, Cibuti, Guyana, Moritanya, Zimbabve ketiye vê lîsteyê.
Derbarê vê biryara rêxistinê de DÎSKê daxwiyanî da û diyar kir ku ev biryar ji bo wan ne surprîz e. DÎSKê daxuyand ku hikûmeta AKPê sozên xwe bi cih neanine û wiha got: "Beriya her tiştî hikûmet rexneyên ku li ITUCê kiribûn û diyar kiribû ku li gor peymanên ÎLOyê tevnagere bi pêşnûmeya qanûnê ya ku di 2010an de amade kiriye bersivê dide. Ev pêşnûme di warê teorîk de jî kêm e lê ligel vê yekê jî her tim hatiye taloqkirin. Ev yek ji bo welatê ku ji 1980an heta niha tu qanûn neguhertiye û her tim taloq dike şermek e.''
Rûdaw