Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serok Wezîrê berê yê Britanya û şanda li gel kir
Li hevdîtinê de, li gel bi xêrhatina Serok Wezîrê berê yê Britanya, Serok Barzanî ji bo helwestên wî û piştevaniya mezina gelê Kurdistanê ya li serdema xebata dijî dîktatorî û korewa çend milyona gelê Kurdistanê li derencama komkujî û jenosayda rejîma rûxayî beramber bi xelkê sivîl li destpêka salên nohtî sedsala derbasbûyî de spasiya birêz kir. Li vî derbarî de ragihand: Dikarîn şanazî bikin bi van destkeftên ku bi sedema beşdariya we ya bi bandor pêkhatiye. Li rizgarbûna gelê Kurdistanê ji wê zordarî û çewsandina ku xwe li ser gelê me da kêşabû û ronahîkir ku gelê Kurdistanê gelekî bi wefaye û başe û helwesta wan welat û dostên ku li dema nexweştirîn û dijwartirîn pêvajoyê de destê yarmetî û piştevaniyê gihandine ji bîr nake.
Birêz Jon Macer Serok Wezîrê berê yê Britanya jî ji bo vê pêşwaziya germ spasî Serok Barzanî kir û silavên Şahjina Britanya Elîzabeta Duyem bi birêz gihand û wiha keremkir: Berî du roj li hevdîtina min a li gel Şahjina Britanya min wê li vê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê agahdar kir û daxwaz kir ku silavên wê bigihînim cenabê we.
Her wiha Jon Macer behsa serkirdayetiya jîraneya Serok Barzanî ya li Iraqa nû da kir û wê rola girînga Serok Barzanî jî bi bilind û mezin wesif kir ku li meydana siyasî da tê dîtin bi taybetî ya bi navê komkirin û yekxistina hêz û pêkhatên Iraqê û vekirina dergehên Herêm bi ruyê wan xûşk û birayê mesîhiyên ku bi sedema karê tundutîjiyê ve hatibûn Kurdistanê.
Sebaret bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê jî Serok Wezîrê berê ragihand: Şerefekî mezine ji bo min ku îro serdana Herêma Kurdistanê dikim. Ez hez ji Kurdistanê dikim, ji bo wê yekê li mêjve bû min hez dikir serdana we bikim. Lê belê her carê ew derfet ji bo nedirexsa. Herdem min zanyariyên di derbarê Herêmê ve ji aliyê berpirsên Britanya ve werdigirt û zanyarî jî gelek hêvî bexş bûn ku eve jî wiha kir biryara xwe ya dawî bidim û serdana we bikim bo ku ji nêzîk ve wan destkeftan bibînim ku piştî sala 1990 hatine holê ku birastî cihê balkêşiyê ye.
Her wiha nirxandina rewşa aboriya Kurdistanê û rewşa giştiya Iraqê û pêvajoya siyasî û demokrasiya nû gihiştina welat û ew tengasiyên ku rû bi rûyê pêvajoya siyasî û ewlehiyê dibin û her wiha pêşketinên dawî ya hinek welatên Erebî û bandora wan pêşketinan li ser navçeyê bi giştî mijareke dinê hevdîtinê bûn.
Li dawiya hevdîtinê de, Serok Barzanî daxwaz ji Serok Wezîrê berê yê Britanya kir ku silavên wî bigihîne rêzdar Elîzabeta Duyema Şahjina Britanya.