• Saturday, 30 November 2024
logo

Hevdîtina Ehmed Turk û kurdên Sûriyê li herêma Kurdistanê

Hevdîtina Ehmed Turk û kurdên Sûriyê li herêma Kurdistanê
Îro (26-5-2011) li paytexta herêma Kurdistanê; bajarê Hewlêrê hevdîtinek di navbera nûneriya Encûmana Siyasî ya Kurdên Sûriyê li herêma Kurdistanê û serokê Kongireya Civaka Demoqrat ya Turkiyê Ehmed Turk û hin kesayetiyên ji kurdistana Turkiyê pêkhat.

Axaftina di navbera Ehmed Turk û kesayetiyên ji Kurdistana Turkiyê û nûneriya Encûmana Siyasî ya Kurdên Sûriyê de li ser hilbijartinên perlemana Turkiyê yên li pêş û her weha li ser xwepêşdanên ku li Sûriyê ji bo azadî û demoqratiyê çêdibin bû.

Li dawiyê hemû yên beşdar hevdîtinên di nevbera kurdan de li çar perçeyên Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsa kurdî pêwist nirxandin.
Avestakurd/I.K
Top